H’emû nûçeSereke
Jinên ku bixwezin şeş meha qulixa leşkerî derbazkin, wê li pareskerên hînkirinêda qulixkin: cîgirê wezîr

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Arman Sargsyan derheqa projeya sazkirina mecala qulixkirinê, ya bona jina xeberdaye û ew proje li hukumatê hatîye qebûlkirinê.
Wextê qisa tevî rojnamevana, Arman Sargsyan bi hûrgilî daye dîyarkirinê, wekî jinên ku bixwezin qulix bikin, wê şeş meha qulixkin û ewê nava pareskerê hînkirinêda qulixa xwe pêk bînin.
Hukumata Ermenîstanê 21 ê nîsanê projeya derheqa mecala qulixkirina jinada, ya bi wedê şeş meha, qebûl kirîye, kîjanê wê bona gotûbêjkirinê bişînine parlamêntê.







