SerekeSîyasî

Mafparêza bangî Tirkîyayê kirine ku sîyasetmedar, rojnamevanên girtî aza berdin

 Heger şedetîyên îzbatbûyî tunebin, Tirkîya  gerekê bi deha rojnamevan, sîyasetmedar û advokatên kurd aza berdin, yên ku 25 ê nîsanê hatine girtinê.Em bêjin, wekî 25 ê nîsanê bi massayî meriv hatine girtinê. 18 orgmanîze, nava wanda usa jî Human Rights Watch, bi elametîya wî cûreyîva pêşda hatine.

Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî ew bangî rêjîma dewleta Tirkîyayê dikin, ku ew terka binçevkirinên rojnamevanên kurd û wan advokata, yên ku wana diparêzin û sîyasetmedarên kurd bidin.Hatîye gotinê, wekî gerekê atmosifêra usa bê sazkirinê, ku çapemenî bikaribe wextê hilbijartinên 14 ê gulana sala 2023 a aza bixebitin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button