H’emû nûçeSereke

Ermenîstan nava halê gelekî girandane, mêxanîzmên ewlehkarîyê niha naxebitin: sêkrêtarê ewlehkarîya miletîyê

Ermenîstan nava halê gelekî girandane, mêxanîzmên ewlehkarîyê niha naxebitin, kîjan gerekê me  biparastana, lê niha naxebitin û Ermenîstan niha dicêribîne garantîyayên nû bigere. Derheqa wê ykêda, wextê qisa tevî têlêvîzîyona Ermenîstanêye Civakî, sêkrêtarê ewlehkarîya miletîyê, Armên Grîgoryan gotîye.

“Me nava wê yekêda gunehkar dikin ku em berbi Rojavayê diçin, lê em bi întênsîvî tevî Hindistanê hevkarîyê dikin.Em tevî alîyên cuda-cuda hevkarîyê dikin, bona ku pirsgirêkên xweye ewlehkarîyê helkin”,- ewî gotîye.

Bi gotina Grîgoryan, Fêdêrasîyona Rûsîyayê bi dereca sîyasî navêje wekî nikare pirsgirêkên Ermenîstanêye ewlehkarîyê helke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button