H’emû nûçeSereke
Himberî berhema meye hundur deynê meyî dewletê hindike: serokwezîr

Wextê civîna hukumatê wezîrê fînansa Vahê Hovhannîsyan derheqa deynên dewletêda xeberdaye. Bi gotina wî, beşa deynê bi dirama zêde bûye û bi tomerî hildayî dighîje 40 selefê deynê tomerî.
“Ew yek bi qîmetkirina diramê ermenîva girêdayîye. Beşeke deynê me bi perên bîyanîye, lê beşa mayîn bi têmpên êkonomîkîva girêdayîye. Ji alîkî mayînva jî kêmasîya byûcêyê himberî progirama me nimize û vê yekê jî tehsîra xwe kirîye.
Niha em li ser stratêcîya wedê deyn dixebitin, li kîderê emê raberkin ku emê çawa serkarîya plankirina deyn bikin û emê çi cûreyî pêşda herin û wan rîska bidine kêmkirinê, kîjan niha hene”,- wezîr gotîye.







