Serokwezîrê Ermenîstanê û wezîra Fransîyayêye karên der kirinên Adirbêcanêye yekalî çawa tiştê îzinnedayînê hesab kirine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr dêlêgasîya bi serkarîya wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolonayê qebûl kirîye.
Ji admînîstrasîya serokwezîrê Ermentstanê elamî “Armênprêss” ê kirine wekî serokwezîr seredana wezîra Fransîyayêye karên der silav kirîye û derheqa nêzîkbûna pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayêda xeberdaye. “Ez dixwezim bidime dîyarkiinê, wekî bona wê dînamîkayê gelekî şame, ya ku nava pêwandîyên meda heye. Ne tenê ew pêwandî li ser dereca bilindin, lê bi fikira min potênsîyala pêşxistinê jî heye. Ez dixwezim razalixîya mexsûs elamî serokê Fransîyayê, We, hukumatê bikim bona wê guhdarîyê, ya ku tê danînê li ser pirsgirêkên herêmê, bi taybetî li ser Qerebagê, krîzeya dora korîdora Laçînê”,- Nîkol Paşînyan gotîye.
Katrîn Kolonayê jî bona mêvandarîyê razalixî elam kirîye û serda zêde kirîye: “Ez cara yekemîn li welatê We diqesidim û ez silavên serokê welêt dighînime We. Hûn zanin wekî Fransîya dosta Ermenîstanêye, li rex Ermenîstanêye, gelek tişt hene ku me vî welatîva didine girêdanê. Ez dixwezim careke mayîn bêjim, wekî em wextê wan werguhastina, cedandina û xebatê li rex Wene, kîjana Hûn dikin û usa jî nava pirsên heqîtîyê û qewînbûna aşîtîyêda em dîsa li rex Wene”.
Wextê hevdîtinê, cêrge pirsên derheqa hevkarîya nava govekên cuda-cudada hatine gotûbêjkirinê.
Xeberdan usa jî derheqa krîzeya hûmanîtarîda, ya ku rûyê halê li korîdora Laçînê pêşda hatîye, çûye.
Kirinên Adirbêcanêye yekalî, yên li korîdora Laçînê çawa tiştên îzinnedayînê hatine hesabkirinê û ew yek çawa teribandina elametîya 9 ê mijdara sala 2020 î hatîye hesabê.







