SerekeSîyasî

Sîyasîzanê tirk: “Li Tirkîyayê ermenî çawa dijmin tê qebûlkirinê, hemû lêkolîn wê yekê didine kifşê”

Pirsgirêkên Tirkîyayêye herêmî, yên tevî welatên usa çawa Lîbîya, Misir, Sûrîya, Îraqin, usa tevlîhevbûyîne, wekî niha nikarin helkirina tam bidine çareserkirinê.

Fikira wî cûreyî, wextê qisa tevî Ermenihaber.am ê  sîyasîzanê tirk, rojnamevan, profêsorê yûnîvêrsîtêya Atînayê Cengîz Aktar elam kirîye, dema ku ewî berisva wê pirsê daye, ku Enqere dicêribîne pirsên çawa helke, dema ku dixweze ku tevî cînarên wê pirsgirêk tunebin.

“Pirsgirêkên Tirkîyayêye li herêmê tevî Lîbîyayê, Misirê, Îraqê, Sûrîyayê, Ermenîstanê hene. Niha gavên helkirinê tên avîtinê, dicêribînin wê yekê bikin. Pirsa tevî Ermenîstanê hinekî cûrekî mayîne, lê yên tevî welatên mayîn tevlîhevbûyîne û wana nikarin usa helkin, çawa ku Enqere dixweze”,-Aktar gotîye.

Bi mesela Sûrîyayê Aktar gotîye, wekî Damişq bersiva Enqerê dide, lê dibêje wekî pêşîya axaftinê Tirkîya gerekê eskerên xwe ji Sûrîyayê derxe.

“Feqet li wir 40 000 leşker hene, gelek cîhadîst hene, yên ku ji alîyê Tirkîyayêda tên piştgirtinê.Û wê çawa bibe, wê çawa bikin, gelekî dijware”,- ewî goîye.

Bi axaftina derheqa pêwandîyên Misirê û Tirkîyayêda, sîyasîzanê tirk derheqa wê dewekarîya bi sirêda gotîye, ya ku usa jî ji alîyê Yûnanistanêda tê pêşdakişandinê.Gilî derheqa normalkirina pêwandîyên tevî Lîbîyayêdane û derxistina eskeradane.

“Ew yek tiştê bûyînê nîne, wekî Enqere wana mîyaserke. Bona wê yekê Enqere sîyaseta wekî mayîn destpêke. Dibêjin eskerê xwe ji Lîbîyayê derxe, lê Tirkîya bona wê yekê pera distîne û bi texmîn ji Adirbêcanê jî pera distîne. Dêmek, peymana Tirkîyayê û Adirbêcanêye leşkerî nikare belaşbe, çimkî Tirkîya bona çev-birîyên azêrîyaye belek li wir nîne, çimkî ew qulixa leşkerî bona Adirbêcanê mîyaser dike”,- sîyasîzan gotîye.

Pirsa tevî Ermenîstanê ewî wî cûreyî şirove kirîye: “Heger kesek bisekine bêje, wekî pêwîst nîne ku sînorê tevî Ermenîstanê bidine vekirinê, merivekî mayîn wê tunebe ku bêje venekin. Înkarkirina komkujîya Ermenî li Tirkîyayê hema nêzîkbûna xirab, ya dijî ermenîyaye. Hîmlî ermenî çawa dijmin tê qebûlkirinê, hema lêkolîn wê yekê didine kifşê. Feqet tenê ermenî nîne, lê usa jî yûnane û yên mayîn”,-sîyasîzan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button