H’emû nûçeSereke

Encamên hesabkirina cimetêye sala 2022 a hatine belavkirinê: binelîyên Ermenîstanêye hertimî du mîlyon 928 914 merivin

Komîtêya sosîyolocî encamên hesabkirina cimetêye sala 2022 a daye tomerîkirinê.

Li gorî encamên hesabkirinaye 13 ê cotmeha sala 2022 a, cimeta Ermenîstanê du mîlyon 928 914  merivin.

Hatîye dîyarkirinê, wekî ew meriv her dem li Ermenîstanêne û li Ermenîstanê  der jî dijîn.

Em bêjin, wekî hesabkirina cimetê ji 13 ê cotmeha sala 2022 a hetanî 22 ê cotmehê hatine pêkanînê. Li Ermenîstana serbixwe eva cara sêemîne ku cimet tê hesabkirinê. Hesabkirina cimetê deh sala carekê tê kirinê, lê rûyê nexweşîya koronavîrûsêda ew yek bi salekê hate paşdaêxistinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button