H’emû nûçeSereke Yêrêvan pêşnîyar dike ku karebûnên mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê bidine berfirehkirinê
Yêrêvan pêşnîyar dike ku karebûnên mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê bidine berfirehkirinê

Yêrêvan pêşnîyar dike ku karebûnên mîsîya Yekîtîya Avropayêye dîtindarîyê bidine berfirehkirinê.Derheqa wê yekêda, wextê qisa tevî rojnamevana, sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehkarîyê Armên Grîgoryan li Cêrmûkê gotîye.
Bi gotina wî, hejmara dîtindara têrê nake ku monîtorîngê li ser temamîya sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê mîyaserkin. “Em pêşnîyarî hemû hevkarên xwe dikin ku hejmara meriva û karebûnên wan zêdekin, bona ku dîtindar bikaribin monîtorîngê li hemû cîha mîyaserkin”,-Grîgoryan gotîye.







