Hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der usa jî li Moskvayê têra hatîye dîtinê: Arman Yêxoyan

Pêşda pevketin hatîye destanînê, wekî li Moskvayê jî hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der têra hatîye dîtinê. Derheqa wê yekêda parlamêntvanê ji fraksîya “Peymana sîvîl”, serokê komîsîya pirsên întêgrasîya avropî Arman Yêxoyan gotîye rojnamevana.
“Çend hevdîtin wê hevraxeberdanava girêdayî pêk bên.Alîyê ermenî ji hevraxeberdana hîvîya hêvîyên mezine”,- ewî gotîye.
Parlamêntvan gotîye, wekî hevraxeberdan wê derheqa pêwandîyên ermenîya-azêrîyadabin. “Hemû tişt wê bê kirinê, ku bona hemû pirsên helnekirî bighîjine qayîlîyê”,- Yêxoyan gotîye.
Bi gotina wî, alîyê ermenî hemû tiştî dike ku dîyaloga Bekû-Stêpanakêrt pêk bê û Stêpanakêrt çawa sûbyêkt pêşda bê.
“Alîyê ermenî li ser wê tabîyêye, wekî wextê hevraxeberdana mêxanîzmên kifş bona dîyaloga Bekû-Stêpanakêrtê hebin. Heger ew mêxanîzm neyêne kifşê, wî çaxî ew pirsgirêk wê hebin, yê ku nava axaftina Yêrêvanê û Bekûyêda hene”,-Arman Yêxoyan gotîye.
Bi axaftina derheqa garantîyayên peymanêda, ewî wa gotîye: “Hevraxeberdan li Waşîngtonê pêk tên û ew yek jî sîstêma hinek garantîya têra dibîne, çawa ku heger ew li Moskvayê pêk bihata. Em difikirin wekî bêyî sîstêma garantîyayên navneteweyî tu peymanek nikare bişuxule”.
Çi ku derheqa wa gotî “Korîdora Zangêzûrêdane”, bi gotina Yêxoyan, ew yek nikare bê gotûbêjkirinê. “Ermenîstan tu cara beşdarî gotûbêjkirinên wî cûreyî nebûye, tu cara qayîlîya xwe nedaye wê yekê, ku mêtreke axa xwe bide welatekî mayîn”,- Arman Yêxoyan gotîye.







