
Wezîrên karên der, yên Misirê, Urdunê, Îraqê, Erebistana Saûdî û Sûrîyayê, xerîta rê, ya bona helkirina krîzeya li Sûrîyayê bi hevra dane qayîlkirinê. Derheqa wê yekêda wezîrê Urdunêyî karên der Ayman As Sefedî elam kirîye.
“Hevdîtin li Ammanê pêk hatîye û piştî konflîkta 12 salaye li Sûrîyayê êtapa nû hatîye vekirinê”,- As Sefedî gotîye.
Bi gotina wî, li gorî wê pevketinê, gerekê helkirina sîyasî bê dîtinê, armanca alîya heye ku hesara êkonomîkî bê hildanê û mihacir vegerine malên xwe.
As Sefedî serda zêde kirîye, wekî hevdîtin nava atmosifêra başda pêk hatîye û armanca wê jî ew bûye ku Sûrîya vegere lîga dewletên ereba.
Nava elametîya tevayîda hatîye gotinê, wekî ereb bona wê yekê pêşda tên, ku wextê helkirina pirsgirêkê hemû hêzên bîyanîye neqanûnî ji Sûrîyayê dûrkevin.







