
Tirkîyayê qada xwe ya hewayî ji bo Ermenîstanêra ji seferên berbi welatên sêyemînra girt. Derheqa wê yekêda wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mevlût Çavûşoglû ragihandîye.
Li gorî TASS ê ewî gotîye:
“Heger hewcetî hebe, emê balafiran bişînin welatê xwe, lê heta ku li dijî Tirkîyayê û Adirbêcanê provokasyonên ji alîyê Ermenîstanêda hebe, emê nehêlin balafir û balafirên taybet axa mera derbaz bibin.Heger ew neyên sekinandin, emê tedbîrên din bigirin”.
Çavûşoglû sedema girtina qada hewayê li Yêrêvanê bi vekirina heykelê lehengên opêrasîyona “Nêmêsîs” va dide girêdanê.
Li gorî nûçeya Reuters ê, Çavûşoglû di axaftina xwe ya li gel NTV yê ra got, Tirkîyayê gavên din bavêje, heger heykel neyê derxistinê.
Meha borî ji bo bîranîna beşdarên opêrasîyona “Nêmêsîs” ê li navenda Yêrêvanê komplêkseke bîranînê hat vekirin.
29 ê nîsanê Tirkîyayê qada xwe ya esmanî li ser xeta hewayî ya ermenî ya “FlyOne Armenia” bê agahdarkirin girtibû.







