H’emû nûçeSereke

Bob Mênêndês seroka ajansa ŞAY, ya pêşkeftina navneteweyî bona dereng bersivdayîna li ber krîzeya li Qerebagê rexne kirîye

Serokê komîsîya Sênata Ştatên Yekbûyî, ya pêwandîyên der Bob Mênêndês seroka ajansa Ştatên Aêrîkayêye Yekyî, ya pêşkeftina navneteweyî Samanta Paûêr bona dereng bersivdayîna li ber krîzeya li Qerebagê, rexne kirîye û daye dîyarkirinê, wekî ajansa Ştatên Amêrîkyayêye Yekbûyî gelekî dereng bersiva krîzeya hûmanîtarî, ya ermenîyên li Qerebagê dide. Derheqa wê yekêda ji komîsîya data Ermenîye li Amêrîkayê elam kirine.

“Em gerekê lez bersiva bûyara bidin û dîna xwe bidine sedemên wê yekêye hîmlî”,-Mênêndês gotîye.

Sênator bîr anîye, wekî sala derbazbûyî derheqa bernama bona alîkarîya bo welatên Avrasîyayê û Asîya  Navîn, nava wanda usa jî bona Ermenîstanê, hatibû gotinê. Mênêndês bi xemgînî gotîye, wekî ew pere wê nava cêrge pirsên mayînda bê nîvîkirinê û ew alîkarîya wê negihîje binelîyên Qerebagêye ermenî.

Serokê komîsîyayê derheqa statûsa alîkarîyêda ya bona Arsaxê pirsîye, lê Paûêrê nikaribûye bersiva pirsê bide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button