H’emû nûçeSereke

Tirkîyayê şirove kirîye bona çi rîya hewêye bona firînên ji Ermenîstanê girtîye

Wezîrê Tirkîyayêyî karên der Mêvlût Çavûşoglû gotîye ku bona çi Tirkîyayê rîya hewêye bona firînên teyaraye ji Ermenîstanê girtîye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî Çavûşoglû ew gava Tirkîyayê girêdayî wê yekêva şirove kirîye, wekî li Yêrêvanê heykelê “Nêmêsîs” hatîye vekirinê.

Wezîrê Tirkîyaêyî karên der ew gava çawa ya provokoasîyon hesab kirîye û daye dîyarkirinê, wekî çawa bersiva wê yekê rîya hewê, ya bona firînên ji Ermenîstanê hatîye girtinê.

Di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayêda bona firînên raste-rast qedexe tune. Çavûşoglû gotîye wê îzina firînên VIP   jî neyê dayînê û serda zêde kirîye wekî tenê bona serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan rê hatîye vekirinê, bi serkarîya kîjanî dêlêgasîya çûye Tirkîyayê ku beşdarî civîna parlamêntîyê, ya hevkarîya behra Reşe êkonomîkî bibe.

Çavûşoglû gef xwerîye, wekî heger tiştên wî cûreyî berdewabin, ewê gavên nû biavêjin.

Em bîr bînin, wekî li parka Yêrêvanê, 25 ê nîsanê, heykelê pêşkêşî opêrasîyona sala 1919 a, ya bi navê “Nêmêsîs” hatîye vekirinê, li ser kîjanî navên wan meriva hatine nivîsarê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button