H’emû nûçeSereke

Waşîngtonê hîvî ji Bekûyê û Yêrêvanê kirîye ku wê pirsê lê binihêrin, ku çawa ewlehkarî  û mafên binelîyên Qerebagê biparêzin

Waşîngtona  fermî hîvî ji Bekûyê û Yêrêvanê kirîye ku wê pirsê lê binihêrin, ku çi cûreyî ewlehkarî  û mafên binelîyên Qerebagê biparêzin. Derheqa wê yekêda ji dêpartamênta Ştatên Yekbûyî elam kirine, dema ku bersiva wê pirsa “Azayê” dane, ku gelo van roja pirsên derheqa Qerebagêda li Waşîngtonê tên gotûbêjkirinê yan na.

Berdevkê  wezîreta karên der gotîye, wekî pirsa maf û ewlehkarîyên binelîyên Qerebagê nava dew û doza Qerebagêda pirsa serekeye.

Bi wê yekêva tevayî hatîye dîyarkirinê, wekî dorana qayîlîya normalkirina heleqetîya gerekê alî qirarkin: “Waşîngtonê wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der li cem xwe qebûl kirine. Waşîngton dîsa li ser wê tabîyêye, ku li Qafqasîya Başûr aşîtî îzbatbe û pêşeroja edil hebe. Dîyaloga di navbera alîyada kilîta aşîtîyê û helkirina pirsgirêkaye.

Dorana qayîlîya  normalkirina heleqetîya îşê wan alîyaye. Armanca me ewe, ku em cîh bidin ku ew gotûbêjkirinên dualî mîyaserkin. Ew dikarin xebata xweye dijwar, ya bona gihîştina aşîtîyê bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button