Hevraxeberdanên wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der “bi pêşkeftina hevfemkirinê” serhevda hatine

Li Waşîngtonê hevraxeberdanên wezîrên Ermenîstanê û Adirbêcanêye karên der ser hevda hatine.Wezîreta Ermenîstanêye karên der girêdayî serhevdahatina hevraxeberdanara elametî belav kirîye, kîjanêda bi taybetî hatîye gotinê: “Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov ji 1 ê hetanî 4 ê gulanê li Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî hevraxeberdan derbaz kirine.
Li Waşîngtonê wezîr rastî sêkrêtarê Ştatên Yekbûyî Êntonî Blînkên û alîkarê serok, usa jî şêwirmendê alîyê pirsên miletîyê Cêyk Salîvan hatine.
Wezîra fikirên xweye dora halê heyî û tabîyên xwe girêdayî pirsgirêkên heyîra raber kirine.
Wezîra û komên wan derheqa projeya qayîlnivîsara dualîda, ya derheqa îzbatkirina pêwandîyada gotûbêjkirin pêk anîne û dora hinek xala hevfemkirin dane dîyarkirinê, lê dora cêrge pirsên sereke li ser fikirên xwe mane.
Herdu wezîra jî razîbûn alîyê amêrîkî kirine bona wê yekê wekî hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda li cem xwe qebûl kirine. Pevketin hatîye destanînê ku gotûbêjkirina berdewam bikin”.
Em bêjin, wekî sêkrêtarê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên, piştî hevraxeberdana elam kirîye wekî Ermenîstan û Adirbêcan nava hevraxeberdanada “gihîştine pêşkeftina kifş”.







