H’emû nûçeSereke

Korîdora Laçînê gerekê bi temamî û bêyî tu qewil-qirara bê vekirinê: Kolona

Wezîra Fransîyayêye karên der Katrîn Kolonayê, wextê hevpeyvîna tevî radîyostansîya France Inter ê  gotîye, wekî birîyara Fransîyayê, Yekîtîya Avropayê, mehkema navneteweyî ewe, ku korîdora Laçînê gerekê bi temamî û bêyî tu qewil-qirara bê vekirinê.

Ewê serda zêde kirîye, wekî gerekê pêwandîyên Ermenîstanê û Adiribêcanê û halê li Arsaxê ji hev cuda bikin.

Kolonayê daye dîyarkirinê, wekî meha gulanêda gotûbêjkirinên bi navçîgarîya Yekîtîya Avropayê têra hatine dîtinê. Wezîra Fransîyayêye karên der ew yek jî çawa tiştê bûyînê hesab kirîye, ku 1 ê hezîranê, nava dorana civîna  sîyasîye li Avropayê, serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê rastî hevdu bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button