H’emû nûçeSereke

40 parlamêntvanên avropî dew kirine ku Adirbêcan dorgirtina neqanûnî, ya li korîdora Laçînê bidine hildanê

40 parlamêntvanên avropî dew ji Adirbêcanê kirine ku Adirbêcan dorgirtina neqanûnî, ya li korîdora Laçînê bidine hildanê. Derheqa wê yekêda ji ofîsa Ermenîstanêye li Şêwira Avropayê  elam kirine.

Parlamêntvana gotîye,  ku gerekê mecalên mehkema Avropayêye mafên mêriv û usa jî qirara mehkema navneteweyî bidine xebatê,kîjan borcdar dikin ku Adirbêcan çûyîn-hatina aza li Korîdora Laçînê bide çareserkirinê.

Nava elametîyêda hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcanê bi wî cûreyî qayîlnivîsara sêalî, ya 9 ê mijdara sala 2020 î teribandîye û encamên hûmanîtarî bona 120 000 binelîya pêşda anîne.

Parlamêntvana bangî Şêwira Avropayê kirîye, ku gavên praktîk biavêjin bona ku mafên cimeta Qerebagê biparêzin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button