H’emû nûçeSereke

Fermandarê aşîtîparêzên Rûsîyayêra li hev nehatîye nava hevraxeberdanên tevî Bekûyê bona Arsaxê bighîje guhartina baş

Nava hevtîya derbazbûyîda, bi serokatîya fermandarê aşîtîparêzên rûs, yên li Arsaxê Alêksandr Lênsov li Bekûyê halê li Arsaxê tevî alîyê azêrîya hatîye gotûbêjkirinê. Li gorî encamên gotûbêjkirina, li hev nehatîye wextê hevraxeberdana bighîjine dasekinandina qewilên qayîlnivîsara 9 ê mijdara sala 2020 î. Derheqa wê yekêda, bi ragîhandina “Armênprêss” ê, wezîrê Arsaxêyî dewletê Gûrgên Nêrsîsyan rûpelê xweyî facebook da nivîsîye.

“Welatîyên hizkirî,

Çawa ku eyane, nava hevtîya derbazbûyîda fermandarîya aşîtîparêzên rûs, yên li Arsaxê, bi serokatîya gênêral Lênsov çûbû Bekûyê û  tevî alîyê azêrîya halê li Arsaxê sazbûyî gotûbêj kirîye.

Li gorî gotûbêjkirina tu tişt nehatîye guhartinê, li hev nehatîye bona dasekinandina qewilên qayîlnivîsara 9 ê mijdara sala 2020 î bighîjine pevketinê.

Nava wedekî nêzîkda hevdîtina nû têra tê dîtinê, derheqa encamên kîjanêda emê başqe elamkin”,- wezîrê Arsaxêyî dewletê nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button