H’emû nûçeSereke

Azêrîkî ku sînorê Ermenîtstanê teribandîye, cezayê girtina 11  sala û   6 meha stendîye

Mehkema qeza Syûnîkê birîyara girtina qulixçîyê leşkerî, yê azêrî Agşîn Babîrov daye, li gorî kîjanê cezayê girtina 11 sala û 6 meha dane wî.

Qulixçîyê leşkerî, yê azêrî bona teribandina sînor, bona derbazkirina sîlih hatîye gunehkarkirinê.Ewî guneyê xwe hildaye ser xwe.

Prosêsa mehkemê, ya qulixçîyê  leşkerîyî mayîn Husêyn Axûndov berdewam dibe.Ew usa jî bona kuştina merivekî sîvîl tê gunehkarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button