H’emû nûçeSereke

Niha ji 120 000  zêdetir îmze hatine berevkirinê: “Paqijkirina Arsaxêye êtnîkîra na!”

9 ê gulanê, li meydana Stêpanakêrtê mîtîng hatîye teşkîlkirinê, wextê kîjanê usa jî serokê Arsaxê Arayîk Harûtyûnyan, serokên berên Arkadî Gûkasyan, Bako Sahakyan, wezîrê dewletêyî berê Rûbên Vardanyan, sîyasetmedarên başqe amade bûne.

Endamê koma înîsîyatorê “Paqijkirina Arsaxêye êtnîkîra na ” Davît Bagryan  nava axaftina xweda gotîye, wekî azakirina Şûşîyê  beşeke dîroka cimeta ermenîye. Ewî daye dîyarkirinê, wekî destê  minda du kaxez hene, yek ya sala 1988 a ye, lê ya mayîn ya berevkirina îzmên roja îroyîne. 35 sal pêşda hema bi vî cûreyî şerkarî destpê bûye û daye îzbatkirinê, wekî Arsaxê wê nava Adirbêcanêda nîbe.

Teşkîldarên mîtîngê elam kirine, wekî ji 28 ê nîsanêda îmze tên berevkirinê û nava encamên wêda 120 000 î zêdetir îmze hatine berevkirinê.Wan îmza wê teslîmî hukumata Ermenîstanê, baylozxanên Rûsîyayê, Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîyayê bikin, wê usa jî bidine ofîsa Organzeya Netewên Yekbûyîye li Yêrêvanê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button