Wezîreta Arsaxêye karên der derheqa krîzeya ji alîyê Adirbêcanêda destpêkirî elametî belav kirîye: beşdarbûna şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî pêwîste

Wezîreta Arsaxêye karên der derheqa krîzeya ji alîyê Adirbêcanêda destpêkirî elametî belav kirîye û ew yek pêwîst hesab kirîye ku şêwira ewlehkarîyê ya Organîzeya Netewên Yekbûyî beşdarî vê pirsêbe, bona ku îzinê nede ku li Arsaxê mafên mêriv bên teribandinê, pêra jî bernamên Adirbêcanêye xirabkarîyê bidine sekinandinê.
Nava elametîyêda hatîye gotinê, wekî eva îdî serê pênc mehaye ku dorpêçêkirina Arsaxê berdewam dibe, rûyê çida rîya transportê hatîye girtinê, ênêrgîya êlêktrîkî jî hatîye birînê. Li gorî elametîyê, ew sîyaset bi dereca dewleta Adiribêcanê tê kirinê, ew mecaleke sîyaseta paqijkirinên êtnîkîye.
“Alîyê azêrîya îzinê nade, xeta ku ji Ermenîstanê diçe Arsaxê, li beşa Axavno-Bêrzorê, bidine dasekinandinê, çimkî ew xeta êlêktrîkî zyanê ketîye. Bi wê yekêva tevayî Adirbêcanê usa jî xebata lûla gazê, ya ku ji Ermentîstanê diçe Arsaxê, daye sekinandinê.
Em dîsa dibêjin, wekî bi wan kirinên agrêsîv halê hûmanîtarî çiqas diçe li Arsaxê xirab dibe.Em hesab dikin, wekî nava vî halê giranda pêwîste ku xweykirina xalên peymana sala 2020 î bê çareserkirinê û pêwîste ku şêwira ewlehkarîyê, ya Organîzeya Netewên Yekbûyî beşdarî vê pirsê bibe, ku îzinê nedin li Arsaxê mafên mêriv bên teribandinê û merem û bernamên Adirbêcanêye xirabkar û komkuj bidine sekinandinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







