Zîyana wan ermenîya, yên ku komkujî dîtine, gihîştîye 48 mîlyard dolarî: heger arxîvên tirka vekin, ew hejmar wê mezinbe: êkonomîzan

Li împêratorîya Osmanî, nava encamên komkujîya Ermenîda, xêncî undakirina meriva, usa jî zîyana êkonomîkî û matêrîyalî gihîştîye ermenîya. Derheqa wê yekêda pêşezanê merkeza lêkolînîye Ambêrdê Hayk Bêcanyanê êkonomîst gotîye.
Bi gotina Bêcanyan, destpêka sedsala 20 î raberbûna ermenîya, bi taybetî nava bloka êkonomîkîda gelekî kifş bûye.Êkonomîzan daye dîyarkirinê, wekî nêzîkî 80 selefê kirîn-frotana hundur tucarên ermenî dikin. Tirk hîmlî nava serokatîya sîyasî û leşkerîda bûn. Gelek cara ermenî diha baş dijîtin, ne ku fermandarên tirk.Vê yekê tirs pêşda dianî, ku ermenîya dikaribûn serokatîya leşkerî-sîyasî jî hildana destê xwe.
Bi gotina Bêcanyan, rûyê wê yekêda jî împêratorîya osmanî ev qetilkirina mezin kir.Qîmetkirina temamîya wê zirarê tiştê bûyînê nîne.
Bêcanyan dibêje, wekî sala 2015 a cêribandin hatîye kirinê ku wan hesaba bikin, lê bona hesabkirina zirarê hemû dokûmênt xewilene, vekirî nînin. Ewî gotîye, wekî li gorî hesabên sala 2015 a ew hejmar gihîştîye 46 mîlyard dolarî.







