H’emû nûçeSereke
Şanda bi serkarîya sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlekarîyê li Bêlçîkayê hevdîtinên xebatê wê pêk bîne

Şanda bi serkarîya sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlekarîyê Armên Grîgoryan, wê 12-16 ê gulanê li Belçîkayê hevdîtinên xebatê pêk bîne.Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ji biryara serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan 11 ê gulanê pê hesîya, kîjan li ser malpera êlêktronî ya hukumata Ermenîstanê hatîye weşandin.
“Ji bo hevdîtinên xebatê, sêkrêtarê konsêya Ermenîstanêye ewlekarîyê Armên Grîgoryan, alîkarê sêkrêtarê konsêya ewlekarîyê Azat Babayan û şêwirmendê beşa ewlekarîya sîyasî, civakî û aborî ya ofîsa Arşak Mûsaxanyan, 12-16 gulana sala 2023 a bişînine Padişatîya Bêlçîkayê (Bryûsêlê)” ,- nava biryarda tê gotinê.







