
Serokê Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk Mesûd Barzarnî bangî partîyayên sîyasî kirîye, ku nava rojên nêzîkda rastî hevdu bên bona ku pêşîya hilbijartinên parlamêntîyê hemû hevraqayîlnebûnên di navbera xweda bidine helkirinê.
Barzanîyê serok ev elametî wextê merasîma vekirina mûzêya Mistefa Barzanî, li gundê Barzan, li ber serokatîya Îraqê û Kurdistanê elam kirîye.
Ewî bangî Partîya Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê kirîye ku rûpelên nû nava pêwandîyên dualîda vekin.
Ji 11 ê gulanêda mûzêya Mistefa Barzanî hate vekirinê, dikevine nava kîjanê çend beş.







