Li Bekûyê dîlên ermenî bi hivone dizêrînin, lê vîdyoyên piştgirîya doxtirîyê jî eşkere dikin

Li polîsîya Adirbêcanêye leşkerî dîlên ermenî bi lêxistinê dizêrînin. Derheqa wê yekêda wekîla berjewandîyên dîlên ermenî, ya li mehkema Avropayêye mafên mêriv Sîranûş Sahakyana advokat gotîye, dema ku ewê raporta parêzerê mafên mêrivî berê Arman Tatoyan raber kirîye, ya ku wana bi hevra amade kirîye.
“Dîlên ermenî bêyî xwerin hiştine, nehiştine ew razên û zêrandine”,- ewê gotîye.
Bi gotina Sahakyanê, sîyaseta vî cûreyî bin kontrola qulixdarîyên mexsûs berdewam bûye. Ewê gotîye, wekî şedetîyên wî cûreyî gelekin. Mesele, wextê cîguhastina dîlaye berbi Bekûyê, li gundekî avtomaşîne dane sekinandinê, dîlên ermenî ji avtomaşînê derxistine, avîtine ber gundîya, yên ku bi hovane wî xistine”,- Sahakyanê gotîye.
Ewê serda zêde kirîye, wekî doxtira vîdêyo belav kirine ku çi cûreyî alî dîlên ermenîye leşkerî dikin, wî cûreyî dixwezin nîşanî sîstêmên navneteweyî bikin, ku ew piştgirîya hûmanîtarî didine dîlên ermenîye leşkerî.







