Wextê hevdîtina sêalî dorana pirsaye berfireh, yên derheqa pêwandîyên ermenîya-azêrîyada hatîye gotûbêjkirinê

Wextê hevdîtina serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, serokê Adirbêcanê Îlham Elîyêv, ya ku li Bryûsêlê pêk hatîye, pirsên herêmêye transportê, vekirina rîya, xebatên bona dîyarkirina sînora, usa jî pirsên pêwandîyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, pirsên mafên cimeta Qerebagê, yên derheqa dîla û merivên bêser-berate undabûyî hatine gotûbêjkirinê.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî pevketin hatine destanînê, ku gotûbêjkirina berdewam bikin: 1 ê hezîranê wextê civîna li Kîşnêvê û paşê jî li Bryûsêlê. Li Kîşnêvê gerekê hevdîtin bi beşdarîya serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Adirbêcanê, serokê Fransîyayê û kanslêrê Almanîyayê, usa jî serokê Şêwira Avropayê pêk bê, lê meha tîrmehê jî li Bryûsêlê bi beşdarîya serokwezîrê Ermenîstanê, serokê Adirbêcanê û serokê Şêwira Avropayê pêk bê.







