Serokwezîr bi hêvîdarî gotîye, wekî Yekîtîya Avropayê wê pêvajoya piştgirîya du mîlyard 600 mîlyon yûro bide lezêxistinê

Îmîca Yekîtîya Avropayê piştî wê yekê diha baş bûye, wextê ku yekîtîyê qirar kirîye mîsîya dîtindarîyê bişîne Ermenîstanê. “Armênprêss” ê daye dîyarkirinê, wekî derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyan wextê hevpeyvîna tevî kovara çêxîye “Respekt” ê gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye, ku gelo nava sala dawîda nêzîkbûna Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayê çi cûreyîye.
“Ew yek hatîye guhartinê, lê ew bûyarên Ûkraînayêva girêdayî nîne. Îmîca Yekîtîya Avropayê piştî wê yekê diha baş bûye, dema ku Yekîtîya Avropayê qirar kir mîsîya dîtindarîyê bişîne Ermenîstanê.Wê yekê cimet da femkirinê, wekî Yekîtîya Avropayê derheqa ewlehkarîya Ermenîstanêda difikire. Bi fikira êmosîyonal û sîyasî wê yekê qedirê Yekîtîya Avropayê bilind kirîye, nenihêrî wê yekê, wekî ew tu cara xirab nehatîye qebûlkirinê”,- Paşînyan gotîye.
Bi gotina Paşînyan, Yekîtîya Avropayê nava îşê mîyaserkirina werguhastinên dêmokratîkda hevkara Ermenîstanêye serekeye.
“Piştî hilbijartinên sala 2021 ê, serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl hate Ermenîstanê û soz da, wekî nava doranên hevkarîya Rojhilatêda wê piştgirîya du mîlyard 600 mîlyon yûro bidine Ermenîstanê. Meyê bixwesta ku ew pêvajo hinek lez pêşda biçûya”,- Paşînyan gotîye.







