H’emû nûçeSereke
Welatîyên Rûsîyayêye ku li Ermenîstanê dixebitin, emekê xwe kirine nava pêşkeftina êkonomîka welêt: Paşînyan

Gelek merivên ku ji Rûsîyayê hatine Ermenîstanê him welatîyên Rûsîyayêne û him jî yên Ermenîstanêne.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyvîna tevî kovara çêxî “Respekt” ê gotîye.
Bi daîyna bersiva wê pirsê, ku rûyê opêrasîyonên leşkerîye li Ûkraînayê ji Rûsîyayê çiqas meriv hatine Ermenîstanê û wê yekê çi cûreyî li ser Ermenîstanê tehsîr kirîye,serokwezîr gotîye, wekî nêzîkî 30 000 merivî hatine Ermenîstanê, yên ku tenê welatîyên Rûsîyayêne.
“Wan meriva emekê ewe kirine nava pêşkfetina êkonomîka me, çimkî piranîya wan pêşezanên dereca bilindin û ji wana gelek nava goveka têknolocîyên nûda dixebitin û ew yek jî aktîvîyê dide êkonomîkayê.Em bona amadebûna wan şane”,- Paşînyan gotîye.







