Bi hilbijartina Êrdogan hukumê li ser Ermenîstanê wê diha mezin û sertbe: Rûbên Safrastyan

Heger em himberî hilbijartinên pêşda bikin, bêguman, tabîyên Êrdogan zeyîf bûne, lê meriv dikare usa jî bêje ku wîra li hev hat diha zêde denga berevke, ne ku rêberê opozîsîyonê Kiliç Daroglû. Derheqa wê yekêda tirkzan Rûbên Safrastyan gotîye.
“Bi texmîn, Êrdoganra wê li hev bê 51 prosêntî bistîne, çimkî Êrdoganra gerekê ji yekê hetanî 1,5 selefê denga pêwîste.Wê yekê ew dikare bistîne, heger em hesab hildin, wekî beşdarê duem Ogan, piştgirê pantûrkîzmêye û miletçîye, bi esilê xweva azêrîye û zelale, wekî ewê bangî piştgirên xwe bike, piştgirîyê bidine Êrdogan”,- Safrastyan gotîye.
Tirkzan usa jî daye dîyarkirinê, ku heger opozîsîyon berbi gavên başqe here, lê ew yek hindik nêzîkî aqilaye, çimkî gerekê tiştekî hesab hildin: “Em bêjin wekî Kiliçdaroglû merivekî edile û badîhewa nîne wekî wî çawa Gandîyê tirk nav dikin. Usaye ku ew bi nêzîkbûnên xwe piştgirê zordarîyê nîne, heger em wî himberî Êrdogan bikin. Ji alîkî mayînva jî rêsûrsên opozîsîyonêye usa tunene ku bikaribe gelek meriva derxe meydanê. Ya sêem jî ewe, wekî opozîsîyon diha gelekî amêrîkîyava girêdayîye, lê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyîra jî tiştê herî sereke ewe ku li Tirkîyayê hal qewînbe, bi hesabihildana tabîya Tirkîyayêye gêografî û çawa tifaqdara Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî.
Bi hesabhildana vî hemû tiştî, meriv texmîn dike wekî tevlîhevbûnên cimetê wê tunebin û bi hesabihildana wê yekê wekî Êrdogan îdî ser ketîye û nêzîkî aqilaye, wekî ewê êtapa duemînda jî ser bikeve”,- Safrastyan gotîye. Bi gotina Safrastyan, heger Êrdogan ser bikeve, sîyaseta li herêmê wê wî cûreyî berdewambe.
Girêdayî sîyaseta hindava Ermenîstanê, Safrastyan gotîye wekî ewê ne tenê usa bimîne, lê Tirkîya dikare tabîya diha hişk raberke, çimkî li ser Ermenîstanê hukum çiqas diçe, zêde dibe. Bona Tirkîyayê wê pêwîstbe, ku nava salên nêzîkda ew li herêmê bighîje armanca xweye stratêcî, li Qafqasîya Başûr bibe merkeza qewatê, Rûsîyayê bide derxistinê û bona wê armancê jî Tirkîya gerekê Ermenîstanê bide zeyîfkirinê, nêzîkbûnên Adirbêcanê bide xebatê û dijî Ermenîstanê û Arsaxê Adirbêcanê rake.







