H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê sîlih derbazî Rûsîyayê nekirine  û ez hesab nakim ku pirsa sanksîyayên dijî Ermenîstanê heye: Karên Sargsyan

Şerê li Ûkraînayê tehsîra baş li ser êkonomîka Ermenîstanê dihêle, lê bi wê yekêva tevayî ew rîsk pêşda tê, wekî diqewime sanksîya bighîjine Ermenîstanê jî. Derheqa vê têmayêda sêkrêtarê wezîreta êkonomîkayê Karên Sargsyan gotîye   Factor TV  ê.

-Birêz Sargsyan, ezê hîvî bikim, ku hûn  derheqa wê yekêda şirovekin, ku dikarin sanksîya dijî Ermenîstanê hebin, yan ew yek ji rastîyê dûre?

-Bi fikira min nava vî halîda ew yek ne nêzîkî rastîyêye, ku Ermenîstan bona hevkarîya tevî Rûsîyayê rastî sanksîya tê. Bi wê yekêva tevayî gerekê bêjin wekî hene kompanîya, yên ku bi kapîtala rûsî dixebitin û dikarin bikevine bin sanksîya. Ermenîstan endama Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkîye û tiştekî femdarîye wekî nava zona kirîn-frotanêda gerekê tevî hevkara kirîn-frotan bê mîyaserkirinê. Rûsîya jî nava wê govekêda hevkara meye hejmara ewline.

-Li Rojavayê fem dikin ku halê me vî cûreyîye?

-Ez difikirm ku usaye. Heger ji Ermenîstanê sîlih bişandana Rûsîyayê, kîjan dikaribûn wextê opêrasîyonên leşkerî bidana xebatê, wî çaxî wê cûrekî mayînbûya. Feqet eşîyayên Ermenîstanêye wî cûreyî tunene.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button