Heger Arsax bikeve nava teşkîla Adirbêcanê, wî çaxî mandata aşîtîparêza wê kîjanbe? :Markarov

Rûsîya dixweze statûsa hukumê xweyî li Qafqasîya Başûr xweyke û ji wî alîda pirsa aşîtîparêza pêşda tê. Derheqa wê yekêda serokê beşa înstîtûta Hevalbendîya Welatên Serbest Alêksandr Markarov gotîye.
“Dêmek heger nava encamê normalbûna pêwandîyên ermenîya-azêrîyada Arsax dikeve nava teşkîla Adirbêcanê û mafên ermenîyên Arsaxê ji alîyê dewleta Adirbêcanêda parastîne, wî çaxî mandata aşîtîparêza wê kîjanbe û ew çawa dikarin mîsîya xwe berdewam bikin?
Bêguman, xwestina Rûsîyayê heye ku hukumê xwe li Qafqasîya Başûr xweyke, lê bona wê yekê mêxanîzm lazimin, yên ku wê xweykirina wî hukumî bidine çareserkirinê. Hema mêxanîzmek jî pirsa aşîtîparêzaye, hevkarîya tevî Ermenîstanêye û baza rûsîye leşkerîye”,- Markarov gotîye.
Ewî gotîye, wekî dema ku bona hukum şerkarî pêşda diçe, nava wê şerkarîyêda ew alî dikeve nava halekî baş, mêxanîzmên kîjanî hene.
“Niha guhdarîya Rûsîyayêye hîmlî li Ûkraînayêye, lê meriv dikare bêje, wekî ew derheqa Qafqasîya Başûrda bîr dikin, çimkî ew fem dikin, wekî bi kêmkirina hukumê xweyî li Qafqasîya Başûr, pêşerojêda ew dikarin rastî pirsgirêka bên û ne ku nêzîkî sînorên xwe, lê nava welatê xweda”,- sîyasîzan gotîye.







