Li Qerebagê hevraqayîlnebûna hîmlî nava wê yekêdane wekî ew cimet li ser axa xwe tevî agrêsor ketine nava prosêsa hevraqayîlnebûnê: Freedom House

Nenihêrî wê yekê wekî di navbera serokatîyên Ermenîstanê û Adirbêcanêda hevraxeberdan berdewam dibin, hêzên azêrîya Qerebagê dîsa nava dorgirtinêda xweyî dikin û krîzeya hûmanîtarî saz dikin. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê , derheqa wê yekêda organîzeya mafparêz Freedom House ê nava malpera xweye fermîda miqale belav kirîye.Wekîlê organîzeyêyî li Ermenîstanê Andarnîk Şîrînyan sernivîsara wê miqalêda wa nivîsîye: “Guhdarîya dinîyayê li ser Ûkraînayêye, lê binelîên Qerebagê rastî dorgirtina avtorîtar hatine”.
Miqalêda derheqa gavên Adirbêcanêye dijî Qerebagê, usa jî axa Ermenîstanê, yên piştî şerê sala 2020 î, hatine raberkirinê. Xudanê miqalê bîr tîne wekî eva serê çend mehaye ku korîdora Laçînê nava dorgirtinêdane.Xeberdan usa jî derheqa aşîtîparêzên rûsda diçe, yên ku li wir hatine cîhwarkirinê. Ji sibata sala 2022 a da şerê li Ûkraînayê mecalên Moskvayê dane kêmkirinê, ku ew li Qafqasîya Başûr hukumî ser wan bûyara bike, rûyê çida li Ermenîstanê wê yekê rexne dikin.
Malpera organîzeyêda usa jî derheqa ji alîyê Bekûyêda hesabhilnedana birîyarên navneteweyîda hatîye dîyarkirinê.
“Li Qerebagê krîzeya hûmanîtarîye, lê pirsa hîmlî ewe, wekî cimeta Qerebagê li ser axa xwe azayê û xweqirarbûnê digere, lê agrêsor têra dibîne wan meriva ji wir derxe.
Bi gotina xudanê miqalê, welatên dêmokratîk gerekê hukumî ser sîstêmên navneteweyî bikin bona ku qirarên mehkema navneteweyî bêne mîyaserkirinê û dorgirtina Qerebagê bê hildanê.







