
Partîya Kurdistanêye Dêmokratîk û Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê bi elametîya tevayîva pêşda hatine, kîjanêda dane dîyarkiinê, wekî ew piştgirîyê didine projeya hukumata herêma Kurdistanê, ya ku derheqa merkezkirina kanîyên byûcêyêdane.
Piştî hevdîtinê, gotûbêjkirin derbaz bûye, wextê kîjanê usa jî derheqa hilbijartinên parlamêntîyêda xeberdan çûye.
Xêncî wê yekê herdu partîya banga Mesûd Barzanîyê serok qebûl kirine, bi kîjanê serokê Partîya Dêmokratîk bang kiribû, ku hevraqayîlnebûnên di navbera herdu partîyada helkin û bi hevra hilbijartinên parlamêntîyê bidine derbazkirinê.
Hatîye qirarkirinê, ku herdu alî hevkarîyê berdewamkin û pêra jî çend hevdîtina pêk bînin.







