Ermenîstanê pêşnîyara Rûsîyayê qebûl kirîye, li gorî kîjanê li Moskvayê gerekê civîna sêalî pêk bê

Ermenîstanê pêşnîyara Rûsîyayê qebûl kirîye, li gorî kîjanê li Moskvayê gerekê civîna sêalî pêk bê.
“Ji alîyê rûsîda me pêşnîyar stendîye, ku 25 ê gulanê bi navçîgarîya serokê Rûsîyayê hevdîtina sêalî pêk bînin û me ew pêşnîyar qebûl kirîye”,- Paşînyanê serokwezîr wextê civîna hukumatê gotîye.
Wezîrê karên der Ararat Mîrzoyan îdî çûye Moskvayê, li kîderê 25 ê gulanê hevdîtinên wî tevî wezîrê Rûsîyaêyî karên der Sêrgêy Lavrov û wezîrê Adirbêcanêyî karên Cêyhûn Bayramov têra hatine dîtinê.
Serokwezîr gotîye, wekî 1 ê hezîranê li Kîşnêvê hevdîtina pêncalî, ya bi beşdarîya serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, kanslêrê Almanîyayê Olaf Şols û serokê Şêwira Avropayê Şarl Mîşêl, têra hatîye dîtinê.
Bi formata wî cûreyî hevdîtineke wî cûreyî wê meha cotmehê li Granadayê pêk bê.
Hevdîtina sêalîye mayîn li Bryûsêlê meha tîrmehêda wê bê organîzekirinê.







