SerekeSîyasî

Kurdistana Îraqê dibe  navenda komkirina mesîhîyên Îraqê

Cabdarê mesîhîya û dîyanetê, yê li wezîreta pirsên dînî Xalit Albêrt wextê hevpeyvîna tevî Kurdistan 24 ê derheqa halê mesîhîyên li Kurdistana Îraqê xeberdaye.

Piştî welgerandina Sedem Husêyn, sala 2003 a û destpêka konflîkta di navbera sunîya û şihîyada, nîv mîlyon mesîhî cîguhastî Kurdistana Îraqê bûne,-Albêrt gotîye.

Piştî êrîşa DAÎŞ ê, ya sala 2014 a, nêzîkî 130 000 mesîhî derbazî Kurdistana Îraqê bûn.

Ji wana hinek malbet paşda vegerîyane malên xwe, lê 30 000 malbet li Hewlêrê, Silêmanîyê û Dihokê mane.

Bi gotina Xalit Albêrt, mesîhîyên deşta Nînêvîyayê hetanî niha nikarin paşda vegerine malên xwe, çimkî li wir sîstêma anegor tune û  halê wan nehîya qewîn nîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button