H’emû nûçeSereke
Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv careke mayîn îzbat kirîye, ku ew amadeye piştgirîyê bide Ermenîstanê

Organîzeya Pymana Ewlehkarîya Kolêktîv careke mayîn îzbat kirîye, ku ew amadeye piştgirîyê bide Ermenîstanê, mîsîya dîtindarîyê bişîne wir û nava doranên leşkerî-têknîkîda hevkarîyê bike. Derheqa wê yekêda, wextê civîna şêwira parlamêntîyê, ya organîzeyêye li Mînskê, sêkrêtarê organîzeyê Îmangalî Tasmagambêtov gotîye.
“Careke mayîn diwekilînim, çawa ku wextê civîna meha mijdarê hatibû elamkirinê, em wê yekê îzbat dikin wekî em amadene mîsîya organîzeyêye dîtindarîyê bişînin û nava goveka leşkerî-têknîkîda jî piştgirîyê bidin”,- ewî gotîye.







