H’emû nûçeSereke

Rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda çûyîna alîkarîya hûmanîtarî, ya bona Arsaxê hatîye sînorkirinê: seroka ajansa pêşkeftina navneteweyî, ya ŞAY

Seroka ajansa pêşkeftina navneteweyî, ya Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Samanta Paûêrê wextê guhdarkirinên komîsîya Kongrêsêye pêwandîyên der elam kirîye, wekî rûyê dorgirtina korîdora Laçînêda çûyîna alîkarîya hûmanîtarî, ya bona Arsaxê hatîye sînorkirinê.

“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî kongrêsmên Krîs Smît pirs daye ku gelo alîkarîya amêrîkî dighîje Qerebagê, li kîderê 120 000 meriv ji alîyê Adirbêcanêda hatine  dorgirtinê.

“Girêdayî pirsa Qerebagêra, 17 ê gulanê avtomaşînên komîtêya xaçê Sor ketîye  Arsaxê, lê ketina li wir sînorkirîye. Kêmasîya piranîya cûrên xurek heye”,-Paûêrê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button