Stiranbêja kurd, ya ji Rûsîyayê Zarayê alboma bi zimanê dayîkê amade kirîye.Nava albomêda kompozîsîayên orîcînal hene, lê dikevine nava wê usa jî stiranên kurdî.
Nava çend salada xebat li ser wê albomê berdewam kirîye, beşdarî kîjanê bûne sazbendên profêsîyonal, yên ji welatên cuda-cuda. Albomêda wê usa jî stirana “Welatê min” hebe, kîjanê Zara tevî Şivan Perwar distirê. Albom vî cûreyî hatîye navkirinê: “Kilama dilê min”.