Wezîreta Ermenîstanê piştgirîyê bide miaşa wan xwendikara, yên ku li 400 îdarên dinîyayêye xwendina bilind xilaz kirine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr gotîye,wekî ew xwendikarên ku li 400 îdarên xwendinê, yên dinîyayêye here başdda xwendine, wextê xebata xweda ewê nava miaşa xweda piştgirîya dewletê bistînin.
Wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Vahan Kêrobyan ew bernama şirove kirîye û gotîye: “Bi 20 selefî emê piştgirîyê bidin, heger ew meriv derbazî ser xebatê dibe, yê ku li îdareke navkirîda xwendîye, yan jî cêribandlina wîye nava kompanîya eyanda heye”.
Bi gotina Kêrobyan, merem ewe ku nava kompanîyada pêşezanên usa qebûlkin, cêribandin û zanebûnên kîjanaye navneteweyî hene. Bi gotina wî, heger dereca wane doktorîyê jî hebe, wî çaxî piştgirîya dewletê wê bighîje 50 selefî.
Wezîr serda zêde kirîye, wekî 70 selefî jî wê piştgirîyê bidine wan meriva, yên ku him li wan îdarên xwendinê hatine perwerdekirinê û li îdarên xwendinêye bilind dersa didin.







