H’emû nûçeSereke

Ermenîstan amadeye ku yekparçeyîya axa 86,6 hezar kîlomêtr çargoşe ya Adirbêcana ku Qerebaxa Çîya jî  navdaye nas bike: Paşînyan

Ermenistan amadeye ku yekparçeyiya axa Adirbêcanê ya 86,6 kîlometre çargoşe, ku Qerebax jî di nav de ye, nas bike, lê divê mijara maf û ewlehiya ermeniyên Qerebaxê bi rêya diyaloga Baku-Stepanakert gerekê bê gotûbêjkirin.

Li gorî nûçeya “Armênpress” ê, serokwezîrê  Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  civîna xwe ya çapemenîyêda ev yek ragîhand.

“86,6 hezar çargoşe kîldomêtr  axa Qerebaxa Çîya  jî dikeve nav. Lê divê ev yek jî bê gotin ku em dibêjin divê di formata Bakû-Stêpanakêrteda mijara ermenîyên Qerebaxê û mafên wan û ewlehîya wan bê gotûbêjkirin”:-Paşînyan got.

Serokwezîr amaje bi helwesta hukumeta niha kir û got, hukumeta niha ya Ermenîstanê çi bêje, hemû hukumetên Ermenîstanê yekparçetîya axa Adirbêcanê nas kirine.

“Ermenîstan amadeye 86,6 hezar kîlomtr axa Adirbêcanê  nas bike.Û bi dîtina me Adirbêcan amade ye ku 29.800 kîlomêtir çargoşe axa Komara Ermenistanê nas bike.Heger em û Adirbêcanê di vê mijarêda rast ji hev fêm bikin, Ermenîstan, erê, 86,6 hezar kîlomêtr çargoşeya axa Adirbêcanê nas dike, bi wê yekê wekî Adirbêcan 29 800 çargoşeya kîlomêtir axa Ermenistanê nas bike” ,-Paşînyan got.

Pirsgirêka maf û ewlekarîya ermenîyên Qerebagê divê di formata dîyaloga Stêpanakêrt-Bakûyê de bê gotûbêjkirin. Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku alîyê ermenî giring dibîne ku ji bo van danûstandinan garantîyên navneteweyî çê bike. “Em texmîn dikin ku meseleya maf û ewlekarîya ermenîyên Qerebaxê bi hêsanî bê jibîrkirin û Adirbêcan sîyaseta paqijkirina êtnîkî û qirkirina ermenîyên Qerebaxê bi bikaranîna hêzê bidomîne”,- Paşînyan da kifşê ku ew girîngîyê didin  ku  ev sîyaset berdewam nebe.

Serokwezîr li ser pirsa gelo yekparebûna axê herêmên dorpêçkirî jî dihewîne, bersiveke erênî da. Nava 29,800 kîlomêtr çargoşeyîda jî  Arsvaşên jî  navdaye. 86.600 kîlomêtr çargoşe di nav de dorpêçkirî hene. Paşînyan got: “Ev helwesteke sîyasîye, lê di alîyê hiqûqî da jî divê li ber çavan bê girtin”.

Ewî da kifşê ku ew bi zelalî dîyar dike ku çi vebijark hene derbarê sînorde, wek nimûne, çend vebijark derbarê dorpêçan de hene.

Di daxuyanîya ku ji alîyê serokê encûmenê Şêwira Avropayê Şaril Mîşêl piştî civîna sêalî ya di 14 ê gulanê de li Bryûsêlêê hat dayîn, hat gotin ku  serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê pabendbûna xwe ya bê guman bi danezana Amlatîyê ya sala 1991 ê û yekparçebûna axa Ermenîstanê (29 hezar û 800 kîlomêtr çargoşe) û ya Adirbêcanê (86 hezar û 60 kîlomêtr çargoþe) dubare kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button