Welatîyên Tirkîyayê 20 ê gulanê li paytexta Kurdistana Îraqê destbi dengdayînê kirine. Li Hewlêrê çend cîh bona derbazkirina dengdayînê hatine sazkirinê.
Dengdayîn li avayê konsûlxana Tirkîyayêye li Hewlêrê destpê bûye û ewê du roja bikişîne. Li bajarê Bexdayê û Basrayê jî cîhên dengdayînê hatine sazkirinê.
Li Kurdistanê 3834 welatîyên Tirkîyayê hene, yên ku dikarin dengê xwe bidin, lê wextê êtapa ewlin 1125 merivî dengê xwe dabûn.