H’emû nûçeSereke
Li mûzêya Êcmîyazîna Pîroz cara ewlin Textê Patryarxîya Hemû Ermenîya tê nîşandayînê

Bi duayê patryarxê temamîya Ermenîya Garêgînê Duem, cara ewlin, li mûzêya Êcmîazînê Textê Patryarxîya Hemû Ermenîya tê nîşandayînê. Derheqa wê yekêda ji seroketîya mûzêyên dêra Êcmîyazînê elam kirine.
Hatîye dîyarkirinê, wekî ew textê bedew hêna patryarxê temamîya Ermenîya Vazgênê Ewlin / salên 1955-1994 a/ sala 1961 ê pêşkêşî Êcmîyazîna Pîroz kirine.
Girêdayî vê bûyarêra, 28 ê gulanê li Êcmîyazîna Pîroz serokê Arşîvê û mûzêyên dêrê wê bi axaftin pêşda bên. Bo wê yekê jî em bi dilgermî teglîf dikin ku Textê Patryarxîyê bibînin û axaftinê guhdarkin.







