Serokwezîr texmîn dike ku Ermenîstan biryara ji derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bike

Serokwezîr Nîkol Paşînyan ragîhand ku mijara derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ji rojeva Ermenîstanê derneketîye. Li gorî nûçeya “Armenprnss”ê, serokwezîr li civîna çapemenîyê ya îroda li ser mijara derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv axivî.
“Çima ev mijar hat rojevê, ji ber ku feraseta me eve ku Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ji Komara Ermenîstanê derketîye yan jî derdikeve.Yanî heger Komara Ermenîstanê de cûre biryara vekişîna ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bide, ewê di encama ragîhandina Komara Ermenîstanê ya ku Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ji komara Ermenîstanê derketîye pêk bê.
Mebesta min bi derketina ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, berîya her tiştî erkên rêxistinê ye. Ez nabêjim ev mijar ji rojevê derketîye, ji ber ku heta mijarek hebe, ew mijar tê gotûbêjkirin.
Binêrin, hertim behs tê kirin ku koma çavdêr bê Ermenîstanê yan na, çima nayê, sedem çi ye? Ez rê nakim ku Komara Ermenîstanê de cûre biryarek bide ku endametîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîyê rawestîne, lê ev yeke wê biqewime tenê dema ku em tomar bikin ku Organîzeya Peymana Ewlehkarîya ji Ermenîstanê derdikeve. Başe, heger derket, emê çi bikin? Bi gotineke din, eger em tomar bikin ku Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ji Komara Ermenîstanê derketîye, statûya endamtîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîyê de cûre û tiştek nedaye dê rê li me bigire ku em bi welatên din re rojeva ewlehîyê gotûbêj bikin”.
Paşînyan dîyar kir ku îmkana Ermenîstanê hebû ku ji welatên din têxnîka leşkerî bi dest bixe, lê endambûna Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ev derfet girt.







