Wextê civîna ewlin, ya koma dostîya parlamêntîyê ya Îtalîyayê û Ermenîstanê cêrge proje hatine gotûbêjkirinê

Li palata parlamêntvana ya Îtalîyayê koma dostîya parlamêntîyê, ya Îtalîyayê û Ermenîstanê civîna xweye ewlin pêk anîye, li kîderê usa jî bayloza Ermenîstanêye li Îtalîyayê Sovînar Hambarsûmyan amade bûye.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî rûpelê facebook a baylozxana Ermenîstanêye li Îtalîyayê, derheqa wê yekêda hatîye dîyarkirinê û hatîye gotinê, wekî pirsên derheqa girîngîya dîplomatîya parlamêntîyê, hevkarîya nava meydana navneteweyîda û pirsên derheqa qanûnên herdu welatada hatine gotûbêjkirinê.
“Wextê hevdîtinê, cêrge proje hatine gotûbêjkirinê, meremê kîjana ewe, wekî hevkarîya di navbera parlamêntên Îtalîyayê û Ermenîstanêda zêdetir bidine kûrkirinê”,- serokê koma dostîya parlamêntîyê, ya Îtalîyaê û Ermenîstanê Cûlîo Çêntêmêro gotîye.







