SerekeSîyasî

Parlamênta Kurdistanê komîsîya hilbijartina dide aktîvkirinê bona ku amadekarîyên bo dengdayînê destpêkin

22 ê gulanê parlamênta Kurdistanê civîna xwe pêk anîye bona ku mandata komîsîya hilbijartina bidine dirêjkirinê û amadekarîyên bona hilbijartinên parlamêntîyê bidine lezêxistinê.

Bona aktîvkirina komîsîya hilbijartina, piranîya parlamêntara dengê xwe dane, nava wanda çawa parlamêntvanên ji partîya Kurdistanêye Dêmokratîk, usa jî endamên fraksîyayên mayîn.

Fraksîya Yekîtîya Niştîmanên Kurdistanê û bloga “Goran” tevî spîkêra parlamêntê Rêvaz Faykê civîn boykot kirine.

Dirêjkirina mandata komîsîya hilbijartina pirsgirêka hiqûqî hel dike, ya ku li ser rîya hilbijartinaye.Niha parlamênt dikare rastkirina bike nava qanûna derheqa hilbijartinada, kîjana komîsîya hilbijartina  wê bona amadekarîyên bo dengdayînê bide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button