H’emû nûçeSereke
Wekîlên wezîreta ŞAY, ya parastinê wê li Yêrêvanê gotûbêjkirina tevî wekîlên hêzên Ermenîstanê pêk bînin

Wekîlên wezîreta Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya parastinê hatine Ermenîstanê.Derheqa wê yekêda ji baylozxana Ştatên Yekbûyîye li Ermenîtstanê elam kirine.
“Baylozxana Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya li Ermenîstanê seredana gênêral Kît Fîlîpsî û Patrîk Prayorn silav dikin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.
Hatîye dîyarkirinê, wekî ewê rastî nevsên dewletêye derecebilind û wekîlên hêzên sîlihkirî bên bona ku pêrspêktîvên qewînkirina pêwandîyên ermenîya-amêrîkîya û ewlehkarîyê gotûbêj bikin.







