H’emû nûçeSereke
Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê tevî hevkarên ji Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî pirsên derheqa hevkarîyê û ewlehkarîya herêmî gotûbêj kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî parastinê Sûrên Papîkyan wekîlên wezîreta Ştatên Yekbûyîye parastinê Kît Fîlîpsî û Patrîk Brayorn qebûl kirine.
“Armênprêss” ê ragîhandîye, wekî ji wezîreta Ermenîstanêye parastinê elam kirine ku bayloza Ştatên Yekbûîye li Ermenîstanê Krîstîna Kwîn û wekîlê leşkerî jî beşdarî hevdîtinê bûne.
Hatîye dîyarkirinê, wekî pirsên derheqa hevkarîya dualî, ya nava goveka parastinêda û usa jî yên ewlehkarîya herêmî hatine gotûbêjkirinê.







