H’emû nûçeSereke
25 ê gulanê li Mînskê civîna şêwira wezîrên parastinê, yên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wê pêk bê

Civîna şêwira wezîrên parastinê, yên dewletên endamên Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv wê roja pêncşemê li Mînskê pêk bê.Derheqa wê yekêda berdevkê organîzeyê Vladîmîr Zaynêtdînov elamî ajansa TASS ê kirîye. Bi gotina wî, civînê bi serokatîya wezîrê Bêlarûsêyî parastinê gênêral-lêytênant Vîktor Xrênîn derbazbe. Wê usa jî beşdarî civînê bibin sêkrêtarê organîzeyê Îmangalî Tasmagambêtov û serokê ştaba Organîzeya Peymanêa Ewlehkarîya Kolêktîv, gênêral Anatolî Sîdorov.
Zaynêtdînov gotîye, wekî wextê civînê têra tê dîtinê wan dokûmênta gotûbêj bikin, yên ku derheqa organên serkarîkirina organîzeyêdanin.







