H’emû nûçeSereke

Kompanîyayên Slovakîyayê bona pêşbirka bo mîyaserkirina xebatê li stansîya Ermenîstanêye atomî hatine dewatkirinê

Wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Ginêl Sanosyan dêlêgasîya bi serkarîya cîgirê wezîrê Slovakîyayêyî êkonomîkayê Pîtêr Gêrhart qebûl kirîye.

Wextê hevdîtinê mecalên hevkarîya nava goveka ênêrgêtîka atomîda hatine gotûbêjkirinê. Bi hesabhildana wê yekê, wekî cêribandina Slovakîyayê nava goveka stansîyayên atomîda mezine,  pevguhartina cêribandinê û mîyaserkirina bernamên tevayî girîng hatîye hesabkirinê.

Kompanîyayên Slovakîyayê bona beşdarbûna nava pêşbirkên xebatên li stansîya ermenîye atomî hatine dewatkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button