H’emû nûçeSereke
Seroka Moldovayê elam kirîye ku heger Vladîmîr Pûtîn li Moldovayê biqeside, ewê bê girtinê

Organên Moldovayêye karên hundur, li gorî birîyara mehkema navneteweyî, wê serokê Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn bigrin, heger ew here Moldovayê.Derheqa wê yekêda seroka Moldovayê Maya Sandû gotîye, dema ku ewê bersiva pirsa Euronews Romania ê daye.
Ajansa TASS ê bîr tîne, wekî Pûtîn qulixa xweda cara dawî sala 2002 a li Moldovayê qesidîye. Sala 2008 a dema ku ew qulixa serokwezîrda bû, li Kîşnêvê beşdarî civîna şêwira serokên hukumatên Welatên Endamên Hevalbendîya Welatên Serbest bûye.







